JI BO DAYÎKÊN PÎROZ
Çar zarok mezin kirin
Bi rûyekî rûmet
Qet ji demê re dest venekir
Bi tenê ji dilên zarokên xwe re vekir 
Ji bo ku hilbigire dilê wan.
Demsal derbas dibûn.
Kargeh, dirûtina lihêfan ,karên demsalî 
Findik,tevrik,pembû û firingî 
Bi tenê ev? Na 
Li milekî zarok, li milekî xebata malê
Û li piştê barê giran ê jîyanê
Dayîka min û gelî Dayîkên pîroz! 
Gelo we ev jîyan hilbijart? Na
Dema dijîya nayê guhertin
Hema demên derbas bûy
Bi bişirînên xwe binixwumînin 
Lê belê pêşerojê
Ev qanûn dê bên guhertin
Zêdetir çi bejim kêm e 
Kulîlkên dînyayê tevan
Li bin pîyê we raxim jî kêm e 
Bihuşt xistin bin pîyê we 
Gelo bihuşt tê jibîrkirin?
10.05.2020

Maaşallah jı bote bıraye serhat sehhet xoş
YanıtlaSilSpas dikim birayê heja
SilShet xweş..
YanıtlaSilDayık, karkerên bêbıngeh ên vê cihanê ne..
Spas dikim ,rast e
Sil👍
YanıtlaSil