DEMÊN TARÎ
DEM Ê N TARÎ Dem dirêj dibin li her şevên tarî Ba wek şûrekî pelen dibirê Heyv wek xeyidî xuya dike Çîye derdê xwezaya biyanî? Ez li kolanan parsekî digerim Wext na’w wextê ku min hevî dikir Di bin kevirên kolanan da hevîyên min Yek û yek hatin veşartin Veşartina ku dil diperçiqenê Bûya behra vi wextî û ye min Li her kuncika welatê min Mirinekê bêdeng û bêqîrîn. Zarok wek çûkekî tên veşartin Jin wek pelekî tên guvaştin Mer wek kaxezekê tên şewitandin Ev demên dirêj bûn nesîbê min Rîya kolanan hêjî dirêj xuya dike