DEMÊN TARÎ
  DEM Ê N TARÎ   Dem dirêj dibin li her şevên tarî   Ba wek şûrekî pelen dibirê   Heyv wek xeyidî xuya dike   Çîye derdê xwezaya biyanî?       Ez li kolanan   parsekî   digerim   Wext na’w wextê ku min hevî dikir   Di bin kevirên kolanan da hevîyên min   Yek û yek hatin veşartin   Veşartina ku dil diperçiqenê   Bûya behra vi wextî û ye min       Li her kuncika welatê min   Mirinekê bêdeng û bêqîrîn.   Zarok wek çûkekî tên veşartin   Jin wek pelekî tên guvaştin   Mer wek kaxezekê tên şewitandin       Ev demên dirêj bûn nesîbê min   Rîya kolanan hêjî dirêj xuya dike