JI BO DAYÎKÊN PÎROZ
JI BO DAYÎKÊN PÎROZ Çar zarok mezin kirin Bi rûyekî rûmet Qet ji demê re dest venekir Bi tenê ji dilên zarokên xwe re vekir Ji bo ku hilbigire dilê wan. Demsal derbas dibûn. Kargeh, dirûtina lihêfan ,karên demsalî Findik,tevrik,pembû û firingî Bi tenê ev? Na Li milekî zarok, li milekî xebata malê Û li piştê barê giran ê jîyanê Dayîka min û gelî Dayîkên pîroz! Gelo we ev jîyan hilbijart? Na Dema dijîya nayê guhertin Hema demên derbas bûy Bi bişirînên xwe binixwumînin Lê belê pêşerojê Ev qanûn dê bên guhertin Zêdetir çi bejim kêm e Kulîlkên dînyayê tevan Li bin pîyê we raxim jî kêm e Bihuşt xistin bin pîyê we Gelo bihuşt tê jibîrkirin? 10.05.2020